Di merasîma oxirkirinê de, soza şopandina rêya şehîd hat dayîn

Şervanê YPG`ê şehîd Dilşêr Bakur û endamê TEV-DEM`ê şehîd Şahîn Îsmaîl li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin oxirkirin. Di merasîma oxirkirinê de, soza şopandina rêya şehîd hat dayîn.

23 mijdar, 2024   16:31
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê cenazeyê şervanê Yekîneya Parastina Gel (YPG) Şehîd Dilşêr Bakur (Mehmûd Qeqtaş) ku di 21`ê Mijdara 2024`an encama qezaya trafîkî de li gundê Şêxler ê li rojavayê Kobanê şehîd bûbû, her wiha endame Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Şahîn Îsmaîl (Şahîn Elî Îsmaîl) ku di 19`ê Mijdara 2024`an encama krîza dil de li Kobanê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê hatin oxirkirin.

Di merasima oxirkirinê de malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser beşdarî amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin hat destpêkirin, li wir yek ji endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl sersaxî ji malbata her du şehîdan re xweset.

Îsmaîl wiha got: "Divê hemû gelê me xwedî li kesayeta şehîdên xwe derkevin. Şehîd Dilşêr dema ku ji bo Kobanê seferbeî hat îlankirin berê xwe da Kobanê, di wê berxwedaniyê de cihê xwe girt. Em ji bajarê berxwedanê Kobanê, ji vir heta Bakur sersaxiyê ji malbata şehîd Dilşêr re dixwazin. Şehîdên me rêya heqîqetê ne. Divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin û rêya têkoşînê wan bilindtir bikin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl wiha axivî û got: "Em di kesayeta her du şehîdan de bejna xwe li hember hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Her du şehîdan li kêlek jiyana xwe ya malbatî jiyaneke din ji xwe re dan avakirin, ew jiyana ku Rêber Apo ji me re xêzkirî ku li ser rastiya xwe perwerde bibin û li ser rastiya xwe têkoşîn bikin. Ji ber vê yekê van her du hevalan têkoşîn kirin. Divê em rêya şehîdan heta dawiyê bişopînin."

Li ser navê malbata şehîd Şehîn Îsmaîl Cemal Hisên got: "Şehîd Şahîn bê navber har tim di nava têkoşînê de bû, her tim li pey rêya rastiyê de bû. Şehîd Şahîn her tim li kêlek hevalên xwe bû, bi hevalên xwe re kêlî bi kêlî têkoşîn kir."

Piştî axaftinan, wesîqeya her du şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata wan hetin kirin.

Dure cenazeyê her du şehîdan rakirin ser milan û dirûşma "Şehîd namrin" hatin oxirkirin.

(sş)

ANHA