Ji bo zarokan li Minbicê şahî

Desteya Jinan a kantona Minbicê bi dirûşma "mafê her zarokek heye" şahiyek li dar xist.

Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
Ji bo zarokan li Minbicê şahî
23 mijdar, 2024   16:10
MINBIC

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek li dar xist. Şahî li Hola Çand û Hunerê ya bajêr pêk hat.

Cîgira hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê Hind Dagistanî di şahiyê de axivî û got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî şert û mercên dijwar ên ku herêm tê re derbas dibe, hewl dide ji zarokan re hawîrdoreke ewle, aştiyane û biîlham ava bike."

Endama rêveber a Nivîsgeha Parastina Zarokan Nûr Qibirtay jî got: "Zarok pêşeroj û hêviya me ne. Ji cîhanê re mizgînî ne."

Dûre komên Komeleya Çerkes û Zarokan a Desteya Kar û Barên Civakî, Nivîsgeha Parastina Zarokan, Baxçeya Şems El Emel, stran û dîlan pêşandan.

Di dawiya şahiyê de, kom û zarokên beşdar ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê û Desteya Jinan ve hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA