Kombûna Jinan a Zenûbya şîdeta li ser jinan şermezar kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li rojhilatê Dêrazorê şîdeta li ser jinan, li cîhan, Îranê û herêmên dagirkirî bi daxuyaniyekê şermezar kir û teqezî bi berdewamkirina têkoşînê ji bo parastina mafên jinan kir.

Kombûna Jinan a Zenûbya şîdeta li ser jinan şermezar kir
23 mijdar, 2024   16:33
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li rojhilatê kantona Dêrazorê daxuyaniyek da, êrişa li ser jinan, girtiyên siyasî li Îran, herêmên dagirkirî û cîhanê şermezar kir.

Bi dehan jin, nûnerên meclisên xwecih, endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê tev li çalakiyê bûn ku li qada meclisa seyrangeha Bajarê Jîn hate lidarxistin. Hevseroka Meclisê Hewara El Mehelî ya bajarê Hejînê Eyşe El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de şîdeta li ser jinan, bi taybet li herêmên dagirkirî hate şermezarkirin. Her wiha hate gotin ruxmî biryar û lihevkirinên navneteweyî yên li dijî şîdeta li ser jinan lê li seranserî cîhanê bi hezaran jin rûbirûyî şîdet, kuştin û şîdetê ne.

Di daxuyaniyê de sûc û êrişên li dijî çalakvan û rojnamevanên jin hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî şîdetê û bidestxistina mafên xwe dê bidome.

Piştî xwendina daxuyaniyê, gul û pankartên têkildarî pêwîstiya parastina jinan û têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, redkirina cezayên darvekirinê yên li dijî çalakvanên jin li Îranê, bi darên seyrangehê ve hatin daliqandin.

(şx)

ANHA