Di mehekê de 67 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Di mehekê de di encama êrişên DAIŞ`ê de 67 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Her wiha 13 çeteyên DAIŞ`ê jî hatine kuştin.
Çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwe li dijî baregehên hêzên hikumet Şamê li çolistana Sûriyeyê zêde kirine.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di mehekê de 67 leşkerên hikumeta Şamê û şivanek di 17 êrişên li dijî Hims, Dêrazor, başûrê Reqayê û gundewarên Helebê de hatine kuştin.
Her wiha di êrişên balafirên şer ên Rûsyayê de yên li dijî deverên ku çete xwe lê vedişêrin, 13 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
(şx)