Ji ber dorpêçê li Şehbayê tengasî zêde dibin

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê, jiyan li ber sekinandinê ye; firin, nexweşxane û navendên tenduristiyê ji ber dorpêçê zehmetiyên giran dikişinînin û xizmeta wan li ber sekinînê ye.

Ji ber dorpêçê li Şehbayê tengasî zêde dibin
Ji ber dorpêçê li Şehbayê tengasî zêde dibin
Ji ber dorpêçê li Şehbayê tengasî zêde dibin
Ji ber dorpêçê li Şehbayê tengasî zêde dibin
Ji ber dorpêçê li Şehbayê tengasî zêde dibin
Ji ber dorpêçê li Şehbayê tengasî zêde dibin
Ji ber dorpêçê li Şehbayê tengasî zêde dibin
27 mijdar 2023   12:27
ŞEHBA

Hêzên hikumeta Şamê ji salekê ve dorpêçeke giran li ser herêmên Şehbayê ferz dikin; nahêlin madeyên bingehîn û sotemenî derbasî herêmê bibin. Her wiha ji ber kêmbûna kel û pel û sotemeniyê dibe ku tevahî saziyên xizmetguzariyê û yên sivîl ên li herêmê bisekinin, tenê firin dimînin ku ew jî bi berhemdana xwe ya herî kêm dixebitin.

Bi deh hezaran koçberên ji Efrînê, piştî Efrîn ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin, di kampên li kantona Şehbayê de dijîn. Lê ji dema koçberkirina xelkê Efrînê ve zêdetirî 5 sal e ku dorpêç ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li ser wan hatiye ferzkirin.

Ji ber dorpêçê nexweşxaneyên li Şehbayê gelekî tengijîne, her wiha dermanxane û navendên tenduristiyê jî nikarin dermanan peyda bikin.

Li aliyekî din jî ji ber nebûna mazotê alavên xizmetguzariyê sekinînin û jeneratorên kehrebeyê naxebitin.

Di piraniya sûkên li Şehbayê de madeyên xwarinê yên bingehîn ji ber dorpêçê tune ne, bi taybet jî şîrê zarokan.

Dorpêçê barê koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê yên ku li dijî êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, girantir kiriye.

(fr)

ANHA