Di mehekê de 41 kolber bûn qurbanî, 36 çalakvan hatin girtin

Li gorî amarên Tora Mafên Mirovnan a Kurdistanê, di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 40 kolber bûne qurbanî, 36 çalakvan hatine girtin û ceza li ser şeş kesan de hatiye birîn.

Di mehekê de 41 kolber bûn qurbanî, 36 çalakvan hatin girtin
21 nîsan, 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora xwe ya li ser binpêkirinên meha borî yên dewleta Îranê ku li Rojhilatê Kurdistanê pêk aniye belav kir.

Li gor amarên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di navbera 21’ê Adarê heta 20’ê Nîsana 2024’an, pênc kolber di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Pênc kolber jî ji ber ketina ji zinaran, sekinîna dil û sermayê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 31 kolber bi guleyên hêzên Îranê 11 kolber jî ji ber ketina ji zinaran, teqîna mayîn û bûyerên din birîndar bûne. Ji van bûyeran 30 jê li devera sinorî ya Newsud rû dane.

Di raporê de behsa rewşa kolberan jî  hatiye kirin û balkişandiye ser rewşa kolberek ciwan yê bi navê Danyal Mam Ehmed yê xelkê Merîwanê. Tê gotin ku Danyal ji aliyê dadgehê ve cezayê du sal girtîgeh, lêdana 74 qamçî û 2 milyar timen lê hatiye birîn.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di nava heman rojan de (21 Adar-20 Nîsan 2024) 36 çalakvan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Her wiha cezayê girtîgeh û darayî li şeş çalakvanan hatiye birîn.

Her wiha tê diyarkirin ku zextên rejîmê ya li ser malbata kesên ku di şoreşa ‘jin jiyan azadî’ de jiyana xwe ji dest dane berdewam in.

Têkildarî cezayê bi darvekirinê jî hatiye diyarkirin ku di nava mehekê de cezayê darvekirinê li ser girtiyek bi navê Efşîn Bax Nişîn yê xelkê Kengawer ku li girtîgeha Urmiye dimîne, hatiye bicihanîn. Efşîn Bax Nişîn bi tometa bazirganiya bi madeyên hişber cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Di raporê de îşaret bi rewşa girtiyên siyasî û bêpar hiştina wan ji mafan hatiye kirin. Hatiye gotin ku li dijî binpêkirina mafan hejmarek girtiyên siyasî di girtîgeha Urmiye de dest bi greva birçîbûnê kirine.

Her wiha hatiye diyarkirin ku di nava mehekê de li pirtûk firoşek li Sine û cihek geştiyarî jî li Merîwan bi behaneya bicihneanîna ‘hîcabê’ hatiye girtin.