Di Konferansa Ciwanan a li Beyrûtê de ruhê şoreşgerî serwer bû

Jinên beşdarî konferansa "Ciwan û avakirina pêşeroja azad" destnîşan kir ku di konferansê de rihê şoreşgerî yê niştîmanî serwer bû. Beşdaran anî ziman ku konferans derfeteke bû ku pirsgirêkên jinan werin pêşkêşkirin.

Di Konferansa Ciwanan a li Beyrûtê de ruhê şoreşgerî serwer bû
10 hezîran 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Saziya Nebra Tîm Koş a Çand, Kevneşopî û Xêrxwaziyê ya Misrê Menar Ebdurehîm destnîşan kir ku ew ji bo ku balê bikişîne ser rewşa jinên Ereb û jinên Rojhilata Navîn û banga dayîna mafên jinan li gorî demokrasî û wekheviyê, beşdarî konferansê bûye.

Beşdaran bi rêya daxuyaniyê jî destnîşan kir ku dûrxistina jinan û desthilatdariya zilam yek ji sedemên sereke yên kûrkirina krîzê ye. Her wiha ku jinên ciwan pêşengên pêvajoya guhertina demokratîk li Rojhilata Navîn in.

Menar Ebdurehîm diyar kir ku konferans ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan û teqezkirina mafên wan di avakirina welatên demokratîk de derfetek bû.

Endama Partiya Komunîst a Sûdanê Wemda Kemal jî diyar kir ku di konferansê de gelek doz û pirsgirêk hatin nîqaşkirin û got: "Me bal kişand ser dozên ciwanên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û makanîzmayên çareserkirina pirsgirêkên wan."

Wemda Kemal wiha domand: "Ji sûdên konferansê, pêşniyar û nêrînên cuda ji hêla kesên ji tevahî etnîk û neteweyan hatin wergirtin. Ew pêşniyar û nêrîn der barê dozên li herêmê bûn. Hemû pirsgirêk dişibin hev.  Em tev ji dewletên di bin kontrola emperyalîzm û kapîtalîzmê de hatine. Em hemû di çewisandin û bikaranînê re derbas dibin. Em ji welatên şer lê serwer in, beşdar konferansê bûne."

Wemda Kemal diyar kir ku ruhê şoreşgerî û baweriya ciwanan bi doza wan, bala wê kişanibû û got: "Di nêrîn û pêşniyariyên beşdaran de mirovahiyeke mezin hebû. Konferans xaleke erênî ye."

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di 8 û 9'ê Hezîranê de li paytexta Lubnanê Beyrûtê li dar ket. Tê de 21 rêxistinên ciwanan ji 15 dewletan beşdar bûn wek Tûnis, Cezair, Mexrêb, Misr, Sûdan, Yemen, Urdun, Tirkiye, Lubnan, Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ermenistan, Filistîn û Îranê.

Di encama konferansê de gelek biryar hatin dayîn, ji wan: çareserkirina krîzê dûrî pergala modernîteya kapîtalîst. Her wiha dewleta Tirk a dagirker li ser gelên li xaka Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dijminekî hevpar e. Ji ber ku ji Lîbya heta bi Kafkasiya, Yemen û Kurdistanê siyasetên dagirkirinê ji bo berjewendiyên hêzên modernîteya kapîtalîst pêk tîne. Li gorî wê divê piştgirî ji bo têkoşîna hevbeş a gelê Kurd û gelên herêmê were dayîn.

(mh)

ANHA