Artêşa Tirk a dagirker Binarê Qendîlê bombebaran kir
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker carek din sînorê gundên Ênzê û Silê yên li Binarê Qendîlê bombebarankirin.

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker carek din îro sînorê gundên Binarê Qendîlê bombebarankirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ji Rojnews’ê re ragihandîn artêşa Tirk gundên Enzê û Silê bombebarankirine û di encamê de ziyan bi jîngeha herêmê ketiye.
Hêjayî gotinêye ku di nava sê rojin borî de dewleta Tirk a dagirker bi berdewam sînorê Binarê Qendîlê bombebaran dike. Ji ber bombebaranê jî agir bi daristanên herêmê ketiye.
Li gel vê dewleta Tirk a dagirker bi berdewam sînorê Başûrê Kurdistanê rojane bombebaran dike. Îro Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê bi daxuyaniyek ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di sê rojên borî de 16 caran sînorê parêzgeha Silêmaniyê, Dihok û Hewlêrê bombebarankiriye.