Yusra, Leyman û Ferat li Cizîrê hatin bibîranîn

Bi sedan xelkê kantona Cizîrê şehîd Ferat, Yusra û Leyman di salvegera şehadeta wan a yekemîn de bi bîr anîn

20 hezîran, 2024   23:25
AMÛDÊ

Di 20ˊê Heîzrana 2023ˊyan de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê şehadeta hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şewêş, endamê meclisê Ferat Toma ragihandibû. Ew her sê di bombebarana artêşa Tirk a dagirker li dijî erebeya wan li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê şehîd bûbûn.

Ji bo bîranîna şehîdan bi sedan xelkê kantona Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê berê xwe da Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê û Goristana Şehîdên Suryanê ya li taxa Siyasî. Li Goristana Şehîd Îsmaîl şehîd Yusra Derwêş û Leyman Şewêş hatine veşartin û li Goristana Şehîdên Suryanê şehîd Ferat Toma hatiye veşartin.

Li Goristana Şehîd Îsmaîl hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis axivî û îşaret bi fedakariyên her du şehîdan di pêşxistina pergala Rêveberiya Xweser û parastina destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê kir.

Li ser navê şehîd Leyman Şewêş Ebdulxenî Şewêş axivî û behsa têkoşîna şehîd Leyman li 4 parçeyên Kurdistanê kir.

Hevrêyên her du şehîdan li ser jiyan û têkoşîna wan axivîn û soza şopandina rêça wan kir.

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana her du şehîdan hat pêşkêşkirin.

Piştre mûm li ser gorên her du şehîdan hatin pêxistin.

Li Qamişlo jî şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, meclisa bajarê Qamişlo û endamên Partiya Yekitiya Suryan serdana Goristana Şehîdên Suryan a li taxa Siyahî kir. Li wir hevseroka Meclisa Rêveber Vîvyan Beho Osê behsa armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişan kir û got: "Armanca wê qirkirina gelên herêmê, derbekirina projeyên demokratîk a bi nûnertiya Rêveberiya Xweser û fikra neteweya demokratîk e."

Vîvyan wiha domand: "Em Rêveberiya Xweser, soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê li ser şopa şehîdan bin, plan û êrişên dijmin têk bibin."

Di dawiyê de mûm li ser gora şehîd hatin pêxistin, diruşmên şehîd namirin bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hatin berzkirin.

(fr)

ANHA