Welatiyên ku rê girtin daxwaza çareseriya pirsgirêka avê kir

Welatiyên Qamişlo bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê ku ev çend roje derketiye, rêya Amûdê ji çûn û hatinê re girt.

Welatiyên ku rê girtin daxwaza çareseriya pirsgirêka avê kir
Welatiyên ku rê girtin daxwaza çareseriya pirsgirêka avê kir
Welatiyên ku rê girtin daxwaza çareseriya pirsgirêka avê kir
Welatiyên ku rê girtin daxwaza çareseriya pirsgirêka avê kir
Welatiyên ku rê girtin daxwaza çareseriya pirsgirêka avê kir
Welatiyên ku rê girtin daxwaza çareseriya pirsgirêka avê kir
Welatiyên ku rê girtin daxwaza çareseriya pirsgirêka avê kir
17 hezîran 2024   11:27
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo ji ber tunebûna ceyranê (kehrebe) ev demeke li gelek taxan pirsgirêka avê derketiye. 

Daîreya Avê ya bajar, li aliyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkê kar dike û av daye beşek bajar. Lê hîn bi temamî nehatiye çareserkirin. Li aliyê din jî hewil dide bi sehrîcan (seyareya avê) pêdiviya xelkê pêşwazî bike, lê pê re naghêjîne lewma welatî tengasiyê dikişînin.

Yek ji taxên ku pirsgirêka avê dijî, taxa Hilêliyê ye. Welatiyên taxê, bi daxwaza çareserkirina pirsgirêkê îro derketina ser rêya Amûdê û xwepêşandan lidar xist.

Çalakvanan rê ji çûn û hatinê re girt û daxwaza çareseriyê kirin. 

PIRSGIRÊK DEMEKE DERKETIYE

Pêwîstiya avê li bajarê Qamişlo bi 3 staysyonan tê pêşwazîkirin. Ji ber ku di salên dawî de hejmara şêniyên bajêr li gel koçberiyê zêde bûye, pêwîstiya avê tam nayê bicihanîn. Lewma Şaredariyê ji bo ku hevsengiyek li bajêr çêbibe û welatî mexdûr nebin, sîstema ku her du rojan carekê av bihgêje hemû malan ava kiriye.

Lê di dema dawî de stasyona Hilêliyê ku stasyona sereke ya bajêre û nêzî ji sedî 80 pêdiviyê bi cih tîne, xerab bûye.

Ekîbên şaredariyê ji bo çareseriyê bênavber kar dikin û beşek hatiye çareserkirin, lê hîn jî bi temamî nehatiye çareserkirin.

(ekip/a)

ANHA