Di germa havînê de sarincên xwezayî

Di vê germa havînê de bi cereyên avê yên ji axê çêdike û datîne kolanê, hem feyde dide welatiyan, hem jî bi firotina wan dabara xwe dike. Li rex wê berhemên destan jî çêdike. 

Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
Di germa havînê de sarincên xwezayî
21 hezîran, 2024   07:35
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Cereyên avê yên ji axê tên çêkirin ku wekî sarincên xwezayî jî tên binavkirin, li hinek cihan hîn jî tên bikaranîn. 

Li erdnîgariyên ku bi taybetî demsala havînê pir zêde gerim derbas dibe, cereyên ji axê hatine çêkirin, gelekî bi qiymet in. Ji ber ku ava wan zû bi zû gerim nabe.

Cereyên avê yek ji amûrên ku mirovan bi civakîbûnê re çêkirine û pêdiviyên xwe bi cih anîn e. Havînan li ser rêyan dihatin danîn û rêwiyan feyde ji wan digirtin, li malan û gundan jî dihatin bikaranîn.

Bi pêşketina teknolojiyê re êdî sarincên bi ceyranê kar dikin cihê van cereyan girtiye, lê gelek welatî hîn bikar tînin.

HOSTAYA CECREYÊN AVÊ Û HUNERÊN DESTAN

Li bajarê Minbicê jina bi navê Qetna Kamyan a 50 salî, cereyên avê çêdike û difiroşe. Qetna ji  gundê El-Ewscelî dijî. Ev kar ji dapîra xwe û cîranên xwe yên ji Ezazê fêr bûye û wekî hostaya cereyên avê û hunerên destan tê naskirin.  

12 ROJAN AMADEKARÎ

Qetna Kamyan cereyên avê ji axa sor û muyê bizinan çêdike. Her wiha eger cereyên berê yên xirab bûyî hebin, wana jî careke din dike herî û bikar tîne. Hevîrê cereyan, ango heriya wan di 12 rojan de amade dibe. Destpêkê axa kom dike, keviran ji nav derdixîne, piştre muyê bizinan dixe nav û di vestirê. Piştre jî dest bi çêkirina cereyan dike. Cereyên hatine çêkirin, ji bo ku saxlem û paqij bibin, di nava agir de tên gerimkirin. Herî dawiyê jî bi qaşilên (qalikên) hinaran tên şuştin da ku bêhna axê jê derkeve. Bi vî rengî cere ji bo bikaranînê amade dibe.

Mezinahî yan jî biçûkbûna cereyên ku Qetna çêdike, li gorî daxwaza kesên dikirin e. Qetna cereyên ku heta 100 lître av digire jî çêkirine.

JI BO WELATIYAN YEK JÎ DANIYE KOLANÊ

Qetna Kamyan cereyan tenê na firoşe, bi armanca ku di germa havînê de welatî jê feyde bigirin, yek jî daniye kolana ku mala wê lê ye. Ji bo wê cihekî taybet çêkiriye û cereyekê ku 100 lître av digire, xistiye tê de. Kesên di wir re derbas dibin, avê vedixwin û tînkahiya xwe dişikînin. Dayika Qetna her cara ku cere vala dibe, dîsa tije dike.

‘AVÊ PARZUN DIKE, SAR DIHÊLE’

Qetna Kamyan destnîşan kir ku cere, avê parzun dikin, qirêja di nava avê de dikeve binî, lewma feydeyê wan heye, her wiha avê sar dihêlin.

 HUNERÊN DESTAN

Qetna Kamyan, ji bilî cereyên avê, bi çêkirina hunerên destan jî tê naskirin. Qetna dibêje ku wê ev huner jî, ji dapîr û dayîka xwe fêr bûye. Li mala xwe di darên zirav û şil tiştên wekî selik, sînî û hwd. çêdike. Berhemên ku çêdike piştre difiroşe. Kesên ku van berheman dixwazin, tên mala Qetna û daxwaza xwe jê re dibêjin.

Qetna Kamyan ev huner fêrî keçên xwe jî kiriye û ew jî êdî tevlî hilberînê dibin.

Qetna Kamyan destnîşan kir ku hem cereyên avê, hem jî hunerên destan çandeke gelê herêmê ye, lewma dixwaze vana biparêz ê û neyên windakirin.

(a)

ANHA