Leşkerên Tirk îşkence li 4 ciwanan kir û dersînor kirin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê de, bi awayekî hovane îşkence li 4 ciwanan kir û dersînor kirin.

Leşkerên Tirk îşkence li 4 ciwanan kir û dersînor kirin
Leşkerên Tirk îşkence li 4 ciwanan kir û dersînor kirin
Leşkerên Tirk îşkence li 4 ciwanan kir û dersînor kirin
Leşkerên Tirk îşkence li 4 ciwanan kir û dersînor kirin
Leşkerên Tirk îşkence li 4 ciwanan kir û dersînor kirin
20 hezîran 2024   15:03
HESEKÊ

4 ciwanên ji Hesekê, dema hewl dida li nêzî bajarê Dirbêsiyê derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin girtin û îşkence li wan kirin. 

Leşkeran piştî îşkenceyê her çar ciwan dersînor kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 ciwan û rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê. Yezen Hatim Silêman (27) û Hisên Ecac Ecemo (38) yên ji Hesekê, li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Heta niha agahî ji her du ciwanên din tune ye.

(şx)

ANHA