Mamoste wê li ser materyalên nû bên perwerdekirin
Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di demsala havînê de li ser materyalên nû bên perwerdekirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê materyalên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî diguherîne. Saziya Materyalan a girêdayî desteyê ji bo ku di pergala perwerdeyê de kêmasî dernekevin, wê guhertinê di astan de çêbike. Di beşa yekem de wê îsal (2024) materyayên refên 1-4-7 û 10, di beşa duyem de jî wê sala 2025 materyayên refên 2, 5, 8 û 11’an, di beşa sêyemîn de jî wê sala 2026’an materyalên refên 3, 6, 9 û 12’an werin guhertin.
PERWERDEKIRINA MAMOSTEYAN
Mamosteyên dibistanan jî wê li ser materyalên nû, di demsala havînê de werin perwerdekirin. Her perwerdeyek wê piştî amadekirina materyalên refên têkildar were dayîn. Ji bo vê yekê jî komîteyên perwerdeyan ên kantonan amadekariyên xwe dikin.
KENGÎ Û ÇAWA?
Mamosteyên refên 1, 4, 7 û 10`an wê havîna îsal (2024) bên perwerdekirin. Li gorî agahiyên ku komîteyên perwerdeyê ku li her kantonekê cuda hatine avakirin, wê perwerdeya van refan di havînê de bê temamkirin.
Li kêleka perwerdekirina mamosteyan, wê komîsyonên perwerdeya pedagojî û zanistê jî werin amadekirin. Ev komîsyon jî, hem di werza havînê de hem jî di sala xwendinê ya 2024-2025’an de wê hefteyê rojekê (Roja Şemiyê) semîneran bidin mamosteyan.
HEMÛ MAMOSTE WÊ TEVLI SEMÎNERAN BIBIN?
Semînerên derbarê pedagojî û zanistê de wê ji bo tevahiya mamosteyan werin dayîn û hemû mamoste mecbur in tevlî bibin. Rêveberiya dibistanan a her bajarekê wê saetên semîneran li gorî derfetên xwe diyar bike.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Rênas Fetah da zanîn ku derveyî van gavan Rêveberiya dibistanan a her bajarekê dikare ji bo başkirina asta mamosteyan perwerdeyên cuda jî bidin.
(a)
ANHA