Şêniyên Tebqayê li hember êrişan berxwedan nîşan da

Şêniyên kantona Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew dev ji axa xwe bernadin.

Şêniyên Tebqayê li hember êrişan berxwedan nîşan da
Şêniyên Tebqayê li hember êrişan berxwedan nîşan da
Şêniyên Tebqayê li hember êrişan berxwedan nîşan da
10 hezîran, 2024   05:17
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Şêniyên kantona Tebqayê gotin ew van êrişan red û şermezar dikin.

Şêniyê bi navê Mihemed El Mûselî got: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze timayên xwe li Sûriyeyê bi dest bixe. Ji bo wê, aloziyên li Sûriyeyê bi kar tîne. Lê belê projeya neteweya demokratîk a ku sepandina biratiya gelan, jiyana hevbeş û ewlehiyê bingeha wê ye, jê re bû mertal."

El Mûselî wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin, bi balafiran êriş sivîlan û qûta wan dike. Bi awayekî sîstematîk zeviyan dişewitîne û binesaziya herêmê, navendên sotemeniyê û xizmetguzariyê dike hedef. Ew ji van êrişan armanc dike, şêniyan koçber bike, projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û wisa xuya bike ku nikare pêdiviyên şêniyan peyda bike. Lê belê bi saya xwedîderketina şêniyan li rêveberiyê û projeya wê, ev armancên dewleta Tirk bi bin ketin."

El Mûselî di dawiyê de got: "Em ê li hember hêzên tarî û terorê bisekinin. Li ser bingeha mafê parastina rewa em ê xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin. Teqez serkeftin para me ye."

Şêniyê bi navê Ebdurehman El Îsa jî got: "Ruxmî êriş û zehmetiyan, lê belê em amade ne bersiva êrişan bidin û xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derkevin û biratiya gelan bi misoger bikin."

El Îsa di dawiyê de got: "Hêzên me yên leşkerî dê li hember êrişan li ber xwe bidin. Em jî gelê herêmê divê piştgiriya wan bikin û xweparastinê ji berê bêtir, praktîk bikin."

(şx)

ANHA