’Wekî erebekî pêwîst dibînim ramanên Ocalan ji ereban re şîrove bikim’

siyasetmedar Fîras Qesas diyar kir ku desthilata Tirk bi girankirina cezayan li Rêber Abdullah Ocalan rêzê ji pîvan û çanda mafên mirovan re nagire û got: " Ruxmî van kiryaran jî lê fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav dibe û gihaşt gelê herêmê. Wek kesek Ereb, pêwîst dibînim ku felsefeya Ocalan ji Ereban re şîrove bikin."

’Wekî erebekî pêwîst dibînim ramanên Ocalan ji ereban re şîrove bikim’
10 hezîran, 2024   03:06
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

25’ê Gulanê desthilata Tirk "cezayên dîspilînê" li ser Rêber Abdullah Ocalan heta 6 mehên din dirêj kir.

GIRTINA SIYASETMEDAREKÎ BÊRÊZIYAN LI HEMBERÎ MAFÊN MIROVAN NÎŞAN DIDE

Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Fîras Qesas diyar kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan girtineke siyasî û şermîn e û wiha domand: "Li dijî stûneke azadiyê di serdema nûjen de ye. Yanî, her qanûnek an jî biryarek li dijî wî tê girtin, di çarçoveya temamkirina sedem û şertmercên dîlgirtina wî de pêk tên. Em dikarin bêjin ku girankirina pêkanînên li dijî têkoşer Ocalan li Îmraliyê, hişmendiya Tirkiye ya çewisandinê zêde dike. Ev tengavkirin bi awayekî sîstematîk li dijî wî û li dijî her tiştê temsîl dike."

Qesas anî ziman ku hikumeta Tirk bi van cezayan, faşîzma xwe û bêrêziya li hember çanda mafên mirovan nîşan dide û got: "Lê bi nêrîna min ew binkeftî û bê çare ye. Ji ber wê, siyasetên wisa li dijî kesayeta mîna Ocalan dimeşîne."

Qesas destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku kesayetek wisa ye ku nayê paşguhkirin anjî windakirin  û wiha berdewam kir: "Ocalan kesayeteke wisa ye ku sînorên siyastê weke felsefe û ramanê dizane û wê weke zanistek, xebatek û rêxistinekê fêm dike. Ji ber ku tirkên faşîst pê dihesin siyaseta wan a paşguhkirina Ocalan û têkbirina bandora wî, raman û felsefeya wî bi bin ketiye, her cure tengavkirin, çewisandin û tecrîdkirinê diafirînin. Lewma em dikarin bêjin ev siyasetên wan têk çûne û armanca ku dixwazin, bi dest naxin."

TIRKÊNTUNDRAW DÊ BI BIN KEVIN

Der barên encamên siyasetên desthilata Tirk de Qesas got: "Ne pêkan e ku Tirkiye tiştekî ji tecrîdkirina Ocalan bi dest bixe. Nikare rê li pêşiya belavkirina raman û felsefeya wî bigire. Ji ber ku ev raman li Sûriye, Iraqê û Tirkiyeyê bûye rastiyek. Êdî li her der bi milyonan mirov ên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan fikr û felsefeya Rêber Ocalan nas dikin."

Qesas bal kişand ku desthilata Tirk dixwaze bi van siyasetan  vîna têkoşer Ocalan bişikîne û wiha pê de çû "Lê îsbat bû ku siyasetên wê têk çûne. Hêrsa bi milyonan kesên li ser raman û felsefeya Ocalan dimeşin, gihaştiye lûtkeyê. Ew ê siyasetên dewleta Tirk a faşîst teşhîr bikin. Bi nêrîna min, wê tundrawên Tirk bi bin kevin."

RAMANÊN OCALAN JI PIRSGIRÊKÊN HERÊMÊ RE ÇARESERÎ NE

Qesas got, raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwedî nirxekî siyasî û civakî ye. Ji gelek dozên civakê, dewletê, mirov, jin, hawîrdor, nasnameya çandî, olî, eşîrtî, re çare ye. Qesas destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê civakan ji şer û aloziyan biparêze û ev nirxandin kir "Di felsefeya Ocalan de, çareseriya ekolojîk a dozên siyasî û yên civakê bingeh e. Em dikarin bêjin ku pêkanîna van çareseriyan, dê rê li pêşiya kerasetên xwezayî û encamên wê bigire. Ramanên Ocalan çêtirîn çareserî ye ku dozên nakok û girêkê ji hev derxe. Li gorî min, Rêveberiya Xweseriya demokratîk, ravekirina civakî û piratîk a ramênên Ocalan e."

Qesas di dawiyê de got: "Wek kesek Ereb, divê ez ramanên Ocalan ji civaka erebî re şîrove bikim. Balê bikişînim ser wê, rastiya wê ragihînim. Belavbûna helwesta min di nava Ereban de, hewldana min a parastina ramanên Ocalan û Ereb xwedî li wan ramanan derkevin, dem dixwaze. Lê divê em serî li mekanîzmeyên din bidin ji bo ku ereb û pêkhateyên din ên herêmê ji ramanên Ocalan ên têkildarî siberoja civakê û dewletê li herêma Rojhilata Navîn re, helwesta guncew nîşan bidin."

(şx)

ANHA