`Bi rêbazên sosyolojiya azadiyê em ê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin`

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Hesekê bi navnîşan "Bi rêbazên sosyolojiya azadiyê em ê pirsgirêkên ciwana çareser bikin" komxebatek li dar xist. Di komxebatê de 3 mijarên serek hatin nîqaşkirin û di dawiyê de pêşniyar jî hatin kirin.

28 cotmeh, 2023   22:02
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo tevger û rêxistinên ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komxebatek li dar xist. 

Piştî xwendin pirtûka sosyolojiya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan komxebat dest pê kir. Di komxebatê de, berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende  Munzur axivî û lidarxistina komxebatê û xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan li ciwanan pîroz kir.

Munuzr balkişand ser girîngiya fikr û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ew baweriyê dide ciwanan. Ji bo wan jî, xala destpêkê ya meşandina kar û xebatan e."

Bi navê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Cûd Şahîn axivî û behsa kesayeta Rêber Abdullah Ocalan, fikr û felsefeya wî kir û got: "Rêbertî minbera derketina ji zulmê ber bi ronahiyê ve ye. Pirtûk, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelek girîng in."

Piştî bidawîbûna axaftinan sinevizyonek têkildarî jiyana Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Dûre ciwanan 3 mijarên sereke; zewaca biçûkan, koçber û nakotîkê gotubêj kirin.

Piştî nirxandin û nîqaşkirina mijaran, ciwanan li ser hin xalan li hev kirin; xurtkirina dewreyên bîrdozî li gor pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, meşandina têkoşînê li dijî madeyên hişbirê û hişyarkirina şêniyan bi rêya lidarxistina civîn û serdanan. Hişyarkirina şêniyan ji encamên zewaca biçûkan, pêwîstiya meşandina berxwedanê li hember êrişên li dijî herêmê bi taybet şerê taybet ê li dijî ciwanan ku koçberkirina wan armanc dike, piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Ev encamname û pêşniyar ji aliyê endama rêveberiya tevgera ciwanan a herêma Şehbayê Zelal Ebdo ve hatin xwendin.

(şx)

ANHA