Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku dewleta Tirk nahêle Rêveberiya Xweser û hikkumeta veguhêz li hev bikin. Rojnameyan destnîşan kir ku Hemas êdî nikare ji rewşê bireve lew ra neçar ma plana Trump qebûl bike.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
12 cotmeh, 2025   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteyekê cih da rewşa Sûriyeyê, destwerdana dewleta Tirk di siyaseta hikumeta veguhêz de û plana Trump a der barê Xezayê de.

Rojnameya El Sûrî der barê serdana wezîrê karên derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li Enqereyê de diyar kir ku daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê destwerdana zêde ya dewleta Tirk a di kar û barên Sûriyeyê de nîşan dide û wiha nivîsî: “Destwerdana wan sînorê helwestên siyasî derbas kiriye. Heta gihaştiye asta bandora wan li ser biryara siyasî ya Sûriyeyê bibe. Ew dixwazin dan û standinên di navbera QSD’ê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de asteng bikin.”

Rojnameyê li ser zimanê çavdêran wiha da zanîn: “Ev mijar gefa aloziya li ser erdê zêdetir dike. Derfeta derxistina bêaramiyê li bakur û başûrê Sûriyeyê zêdetir dike. Daxuyaniyên Hakan Fîdan bi awayekî diyar li gorî helwesta El Şeybanî pêk hat. Wan dixwest vegera ji peymana 10’ê Adarê rewa bikin. Hevokên girover ên têkildarî yekitiya xaka Sûriyeyê û serweriya wê dianîn ziman, bêyî ku behsa sedemên rastîn ên astengkirina peymanê bikin.”

’HEMAS JI DESTÊ ÎRANÊ DERKET’

Rojnameya El Ereb nivîsî ku qebûlkirina Hemasê ya radestkirina hemû girtiyên Îsraîlê û cenazeyan, xweradestkirina pêşniyara Trump û plana wî ya bidawîanîna şerê Xezayê ye. Rojnameyê wiha nivîsand: "Ne gengaz e ku mirov behsa planeke DYA’yê ya hevseng bike, ji ber ku ev plan di encama şerekî de derketiye holê û ji ber wî şerî piraniya Xezayê bûye devereke ku xelkê xwe diqewitîne.”

Rojnameyê wiha dewam kir: "Eger tê xwestin şerê li Xezayê bi dawî bibe, ji bilî qebûlkirina plana DYA’yê tu derfetên din tune bûn. Şantajkirina Hemasê nedikarî heta dawiyê dewam bike. Girtina rehîneyên Îsraîlê dibû hinceteke rewa ji bo berdewamkirina şerê hovane yê Îsraîlê yê li ser Xezayê. Rewşeke wiha êdî nayê qebûlkirin, heta li DYA’yê jî. Rewşek heye ku nikarin jê birevin. Di dawiyê de Hemas neçar ma ku vê rastiyê qebûl bike û tev li alîgirên plana Trump bibe, li şûna ku tenê wekî karteke di destê Îranê de bimîneke.”

EL QUDS EL EREBÎ: PIŞTÎ PEYMANÊ SIBEROJA XEZAYÊ ÇI YE?

Rojnameya El Quds El Erebî li ser siberoja Xezayê ya piştî pêkanîna plana Trump nivîsand. Rojnameyê ew plan wek "nexşerêyeke tijî hûrgiliyên nezelal” ku hewceyî dan û standinên dijwar e, nirxand.

Rojnameyê diyar kir ku hikumeta Îsraîlê ya Benjamin Netanyahu nerazîbûna xwe li hember daxuyaniya Hemasê ya pejirandina planê nîşan da, lewma dê hewl bide di dan û standinan de bi bend û mekanîzmayên pêkanîna peymanê bilîze.

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Netanyahu tim dixebitî ji bo dan û standinan û îhtîmala gihaştina rêkeftineke agirbestê têk bibe. Tê zanîn ku wezîrê wî yê tundraw Îtamar Ben Gvir, tim pesnê xwe daye ku wî rê li ber rêkeftineke bi Hemasê re girtiye.”

(bb)