Di hefteyekê de mijarên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de diyar kir ku ketina tank û erbeyên leşkerî yên Îsraîlê ya nava herêma Colanê ya Sûriyeyê metirsiyên hikumeta Şamê zêde dike ku şerê Îsraîlê yê li dijî Hizbullahê, Sûriyeyê jî bide ber xwe. Rojnameyan îşaret pê kir ku DYA ji tevgerên veşartî yên Îsraîlê bi fikar e.

Di hefteyekê de mijarên rojnameyên erebî
13 cotmeh, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de cih da metirsiyên ku şerê Îsraîl û Hizbullahê Sûriyeyê jî bigire nava xwe û metirsiyên DYAˈyê yên ji tevgerên veşartî yên Îsraîlê yên li dijî Îranê.

‘SÛRIYE BI FIKAR E KU OPERASYONÊN ÎSRAÎLÊ BAŞÛRÊ WÊ JÎ BIDIN BER XWE’

Der barê Sûriyeyê de rojnameya El Ereb diyar kir ku Şam bi fikar e ku Îsraîl eniyeke nû li Colanê veke. Hate gotin, eger ev yek pêk were, dê hêzên wê bixe rewşeke zehmet ku ji 2011ˈan ve Sûriye di nava şerekî navxweyî de ye.

Rojnameyê cih da şîroveyên analîzvanan ku dibêjin "îhtîmala ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê parêzgeha Quneytîrayê jî bide ber xwe, heye." Biryara Îsraîlê ya "Paqijkirina herêmên sînor ji hêzên Îran û baskên wê" jî hat bibîrxistin.

Di dewama nûçeyê de ev nirxandin hatin kirin: "Eger operasyonên Îsraîlê Quneytîrayê jî bidin ber xwe, dê Şam bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimîne. Nemaze ku hêzên dijber ên wekî Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên Îsraîlê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê serwer in, sûdê ji rewşê wergirin û li dijî Şamê bikevin nava tevgerê. Her wiha şaneyên veşartî yên Heyet Tehrîr El Şam û DAIŞˈê li başûr, bi taybetî li Derayê hene."

Di rojnameyê de hate gotin: "Şîrovekar dibêjin hêzên hikumeta Şamê dê xwe di nava pençan de bibînin ku dê nekarin vê carê jê rizgar bibin. Hişyariyên domdar ên Şamê yên ji bo Îran û Hizbullahê ku baregehên xwe li başûr, bi taybetî li Colanê vala bikin, îsbata vê yekê ye. "

Li gor rojnameyê, çavkaniyên sûriyeyî diyar kir Îsraîlê rêyeke axî ya leşkerî li Colanê vekiriye û tanker derbas bûnê.

‘WASHINGTON JI TEVGERÊN VEŞARTÎ YÊN ÎSRAÎLÊ BI FIKAR E’

Malpera El Hura destnîşan kir ku Washington ji tevgerên veşartî yên Îsraîlê bi fikar e. Li gorî malperê, tevî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pabendî "parastina ewlehiya Îsraîlê ye" lê rêveberiya Joe Biden ji "tevgerên veşartî" yên ku hikumeta Îsraîlê aşkera nekirine û li derveyî çarçoveya koordîneyê ne, bi fikar e.

Malperê bi bîr xist ku Washington bi fikar e ku Îsraîl bêyî lê vegere, gavan biavêje, mîna kuştina sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrallah.

Rojnameyê cih da nirxandinên rayedarên Wezareta Parastinê ya DYA’yê ku ji rojnameya Wall Street Journal re axivîne ku "DYA ji tevgerên Îsraîlê bedbîn e. Ji ber ku dem pê re tune bû ku hêzên xwe li cihên guncaw ji bo piştgiriya Îsraîlê yan jî parastina hêzên xwe yên li herêmê bi cih bike.”

Malperê aşkera kir ku herî zêde DYA ji derbeya muhtemel a Îsraîlê ya li dijî Îranê bi fikar e û hin rayedarên amerîkî diyar kir ku "Îsraîlê heta niha detayên planên xwe yên bersivandina êrişên Îranê nedane."

‘GELO HIZBULLAH JI RÊGEZA "HERÊMÊN YEKGIRTÎ" VEKIŞIYA?ˈ

Rojnameya El Beyan di nûçeya xwe de cih da encamên êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê û diyar kir ku Hizbullahê behsê kir ku girêdana bi Xezayê re qut bike. Rojnameyê bi bîr xist ku Hizbullah ji şertên xwe yên berê vekişiye û ji bo agirbesta li Lubnanê êdî agirbestê li Xezayê nake şert. Vê jî bi xwe re li gorî rojnameyê gelek pirs têkildarî devberdana Hizbullahê ji Xezayê yan jî "herêmên hevgirtî" çêkirin.

Rojname vê nirxandina xwe bi axaftina cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim piştrast dike ku behsa agirbestê kir lê qet behsa Xezayê nekir. Ruxmî ku Hizbullahê gotibû bêyî agirbesta li Xezayê tu agirbestan qebûl nake.