Di oxira ragihandina rastiyê de şehîd bûn

Şopdarên heqîqetê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Davût Armdemcî, Seed Ehmed, Dîlan Olmez û Mihemed Reşo di rêya veguhastina rastiya gelê xwe de şehîd bûn û ji hevalên xwe re bûn hêz û hêvî ku soza şopandina rêya hevalên xwe dane.

Di oxira ragihandina rastiyê de şehîd bûn
13 cotmeh, 2024   05:10
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê gelek sûc li dijî nûçegihan û rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Berêvara 12`ê Cotmeha 2017`an çeteyên DAIŞ`ê komkujiyek kir ku bi 2 erebeyên bombebarkirî li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û Dêrazorê de êrişî sivîlan kir. Di encamê de 14 sivîl, nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn, nûçegihanê ajansa me Rizgar Denîz birîndar bû û dûre 18`ê Kanûna 2018`an ji ber birînên xwe şehîd bû.

9`ê Cotmeha 2019`an, dewleta Tirk a dagirker êrişî bajarê Serêkaniyê kir û 13`ê Cotmehê komkujiyek kir ku karwanê sivîlan kir. Di nava karwan de rojnamevan hebûn ku êrişên dewleta Tirk dişopandin. Di wê êrişê de 11 şênî şehîd bûn, di nava wan de nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Reşo şehîd bûn û 80 sivîl birîndar bûn.

ŞEHÎD DILÎŞAN ÎBIŞ

Nûçegihana ajansa me Dilîşan Îbiş sala 1991`an li bajarê Kobanê ji dayik bûye. Piştî ku xwendina xwe ya amadehî diqedîne, derbasî bajarê Helebê dibe û li wir xwendina xwe di Peymangeha Birêvebirina Bazirganiyê de temam kir. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê xwest dengê gelê xwe ragihîne û qada ragihandinê hilbijart. Destpêkê di Radyoya Dengê Kobanê de 11`ê Mijdara 2012`an dest bi kar kir. Dawiya 2014`an di rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî de kar kir. Sala 2015`an careke din vegeriya Radyoya Dengê Kobanê. Dûre bû nûçegihana kanala Ronahî TV’yê. Sala 2016`an wek nûçegihaneke şer dest bi kar kir. Di êrişa xwekuj a çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya El Xerafî ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de tevî gelek sivîlan şehîd bû.

ŞEHÎD HOGIR MIHEMED

Nûçegihan Hogir Mihemed sala 1991`an li taxa Hîlaliye ya bajarê Qamişloyê ji dayik bûye. Di dibistana gundê Xirbet Xedîr de dixwîne lê temam nake û bi bavê xwe re di çandiniyê de kar dike. Destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe, beriya şehadetê bi kamereyê dest bi belgekirina destanên gelê xwe kir û tev li ajansa me bû. Israr kir ku pêngava Bagera Cizîrê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya rizgarkirina Dêrazorê ji DAIŞ`ê, bişopîne. Bi kamereya xwe şerên rizgarkirin, êşên şêniyan di bin kontrola DAIŞ`ê de şopandin. Bi şehîd Dilîşan re di êrişa li ser rêya El Xerafî de 12`ê Cotmeha 2017`an de şehîd bû.

ŞEHÎD DAVÛT ERDEMCÎ (WELAT)

Şehîd Welat (Davût Erdemcî) sala 1999`an li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Rojnamevan û derhênerê belgefîlman e. Welat sala 2014`an berê xwe da Kobanê ji bo ku belgefîlmekê li ser şerên YPG û YPJ’ê yê li dijî DAIŞ`ê bikişîne. Dûre bi malbata xwe re derbasî Serêkaniyê bû. Amadekariyên gelek belgefîlmên şerên li dijî DAIŞ`ê dikir. Di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê mala wî ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve 10`ê Cotmeha 2019`an şehîd bû. Dagirkeran cenazeyê şehîd Welat veşart û tevî bangewaziyan jî radestî malbatê nekir.

ŞEHÎD SEED MIHEMED EL EHMED

Nûçegihanê ajansa me Seed Mihemed Seîd Şêxmûs El Ehmed 20`ê Çileya 2000`î li gundê Bab El Xêr ê bakurê bajarê Til Temirê ji dayik bûye. Ji teknolojiyê hez dikir. Hewl dida xwe bi pêş bixe û di qada teknolojiyê de xwedî tecrube be. Ji bo ku xewn û hêviyên xwe bi dest bixe, di ajansa me de dest bi kar kir. 13`ê Cotmeha 2019`an bi karwanê sivîlan re derbasî bajarê Serêkaniyê bû ji bo ku sûcên dewleta Tirk a dagirker aşkera bike. Dewleta Tirk bi moşekan êrişî karwanê sivîlan kir. Di encamê de Seed şehîd bû. Beriya şehadetê bi çend rojan gotibû "Kurd tên qirkirin û cîhan metirsîdar e!"

ŞEHÎD DÎLAN OLMAZ

Şehîd Dîlan Abdullah Olmez li bajarê Gever ê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di nivîsgeha ragihandinê ya YPJ`ê de rojnamevan bû. 13`ê Cotmeha 2019`an di şopandina şerê li Serêkaniyê de şehîd bû.

ŞEHÎD MIHEMED REŞO

Nûçegihanê kanala Çira TV’yê Mihemed Reşo sala 1996`an li gundê Tilifê yê bajarê Cindirêsê ji dayik bûye. Piştî dagirkirina Efrînê sala 2018`an ji Efrînê koçber bû.

Bi karwanê sivîlan ê piştî êrişên li dijî Serêkaniyê, derbasî bajêr bû. Lê di êrişa li ser karwan de birîndar bû. Li nexweşxaneya bajarê Til Temirê hate dermankirin, lê tevî hewldanan jî 14`ê Cotmeha 2019`an şehîd bû.

DI OXIRA RAGIHANDINA RASTIYÊ DE ŞEHÎD BÛN

Edîtorê beşa erebî yê ajansa me Ekrem Berekat têkildarî mijarê got: "Şehîdên ragihandina azad, dema ku rastiya têkoşîna gelên herêmê ranedigihandin cîhanê, ji bo ku têkoşîna gelê kurd û gelên herêmê ragihînin, bê navber xebitîn."

Berekat wiha domand: "Dema şêniyên bajarê Dêrazorê ji DAIŞ`ê dihatin rizgarkirin, hevalên me rastî bêyî zêdekirin radigihandin cîhanê. Berberî û hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê belge dikirin. Li aliyekî din bi kamerayên xwe têkoşîna gelê herêmê û fedakariyên wan dişopandin. Di oxira veguhastina rastiyê de şehîd bûn."

Berekat ev li gotinên xwe zêde kir: "Şehîdên ragihandina azad, ji bo me hêvî û pêşeng in. Teqez rêya wan dê bi serkeftinê tacîdar be. Têkoşîna me li ser vê rêyê berdewam e. Em ê êrişên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bişopînin û belge bikin. Em dîroka xwe bi zendên zarokên vê herêmê dinivîsin."

Berekat diyar kir ku ew ê rêya ragihandina azad berdewam bikin ku bi pêşengiya Mezlûm Dogan û Gurbet Alî Arsoz, Xelîl Dag, Sayît Evren dest pê kir û got: "Em bi vê rêyê serbilind in. Ew rêya şehîdan e. Belê, di vê rêyê de em rûbirûyî êrişên dewletên dagirker in ên ku hevalên me yên rojnamevan dikin hedef, lê ev rê qawîm e ji ber ku li ser bingehên xurt ava bûye û dê bi ser keve. Em dev ji pêşnûs û lênûskên hevalên xwe bernadin û dê hêvî xeyalên wan bi dest bixin."

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî jî got: "Şehîdên ragihandina azad, têkoşîna Şoreşa 19`ê Tîrmehê ragihandin cîhanê."

Cizîrî wiha behsa xusletên şehîd Welat kir: "Şehîd Welat, ji bo ku kêliyên dîrokî yên gelê xwe bişopîne berê xwe Rojavayê Kurdistanê. Min wî ji nêz ve nas dikir. Di bin banekê de em bi hev re man. JI karê xwe yê çêkirina belgefîlman hez dikir. bi wêneyên xwe yên balkêş dîroka şoreşa 19`ê Tîrmehê ji nifşên din re belge dikirin. Di êrişên dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê de şehîd bû û bû sembola fedakarî û fedaîtiyê."

Cizîrî fedakariyên şehîdên ajansê yên mîna Rizgar Denîz, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di oxira ragihandina hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê de bi bîr xistin.

Cizîrî got: "Yekitiya Ragihandinê dê erk û berpirsyariyên xwe li hemberî şehîdan bi cih bînin."

Nûçegihanê Çira TV’yê Zinar Cafer jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Mihemed Reşo û wiha axivî: "Ruxmî ku di zanîngehê de dixwend, lê aşiqê ragihandinê bû. Digot, dixwaze bi rêya kamereyê bibin dengê gelê xwe, êşên wan. Karî zehmetiyên şêniyên Efrînê û yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û herêmê ragihîne."

Cafer wiha domand: "Bi êrişkirina Serêkaniyê re, bi karwanê sivîlan re derbasî bajêr bû. Wî xwest cesareta sivîlan û çawa dikarin li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin, ragihîne. Di wê êrişê de birîndar bû û dûre şehîd bû."

Cafer di dawiyê de got: "Şehîd Mihemed Reşo ji me re mîrasek hişt divê em wê biparêzin. Em ê li ser vê rêyê bin. Ee ji bo me pêşeng e û dê li ser şopa wî rastiyê ragihînin."

(şx)

ANHA