Şahidekê komkujiya Serêkaniyê vegot

Emîne Salih ji êrişa li dijî karwanê sivîlan a li Serêkaniyê bi birîndarî xelas bûye. Emîneyê detayên wê rojê vegotin û got "Heza welat di damarên zarokên min de diherike. Ev welat layîqî tevahî fedakariyan e".

Şahidekê komkujiya Serêkaniyê vegot
13 cotmeh, 2024   06:10
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Emîne Salih di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî karwanê sivîlan de ku ji bo piştgiriya xelkê Serêkaniyê di êrişên dewleta Tirk de ketibû bajêr, birîndar bûbû.

Balafireke şer a dewleta Tirk a dagirker 13`ê Cotmeha 2019`an, bombebaran kir û di encamê de 11 sivîl şehîd bûn. Di nav wan de nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed û nûçegihanê kanala Çira TV’yê Mihemed Reşo hebûn û gelek şênî û rojnamevan birîndar bûn.

5 sal di ser wê komkujiyê re derbas bûn. Şêniya bi navê Emîne Salih a ji wê komkujiyê xelas bûye, detayên wê rojê ji ajansa me re vegotin.

Emîne Salih ji taxa Hîlaliye ya Qamişloyê ye. 50 salî ye, 6 zarokên wê hene ku yek ji wan sala 2021`an şehîd bû.

Emîne bi rêya şehîd Yûsif Gulo tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike. Di navbera Şam, Bakurê Kurdistanê û Lubnanê de xebatên cebhewî meşandine. Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re, Emîne ji Şamê derketiye û li Qamişloyê bi cih bûye. Tev li xebatên şoreşê bû û cihê xwe di avakirina Meclisa Gel, vekirina navendên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de girt. Di rêveberiya Kongra Star a taxa Enteriye ya Qamişloyê de kar kir.

ROJA KOMKUJIYÊ

Emîneyê got roja komkujiyê bi sedan erebe û otobus berê xwe da bajarê Serêkaniyê û têketina bajêr, êrişê dest pê kir û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin.

Emîne ew kêliyên dijwar wiha vegotin: "Em ji erebeyan daketin, dengê qîrîna jinên berxwedêr mîna dayîka Eqîde Elî Osman bilind dibû. Bi her du destên xwe nîşaneyên serkeftinê hildida."

Emîneyê wiha domand: "Çend kêlî derbas nebûn, duman li her derê belav bû. Çav çav nedît. Tenê dengê birîndaran ji her derê dihat. Min hewl da rabim ser lingê xwe lê min nekarî. Ez birîndar bûbûm. Min çend caran hewl da lingê xwe ji paş bikişînim û alîkariya hevalên xwe bikim lê nebû. Birîn kûr bûn û ranedibûm. Şêniyên li nêzî cihê êrişê, alîkariya birîndaran kirin û ew rakirin nexweşxaneyan. Lê artêşa Tirk her kes dikir hedef.”

Emîne bi 18 bermahiyan ji serî, dest û lingê xwe yê rastê birîndar bû û heta niha bermahî di beden û seriyê wê de ne. Bijîşk nikarin jê derxin.

ÇIMA ÇÛN SERÊKANIYÊ?

Bi armanca piştgiriyê berxwedana rûmetê komeke ku ji dayik, bav û rojnamevanan pêk dihat berê xwe da Serêkaniyê. Laçikên wan ên spî peyama aştiyê bûn, îradeya wan ji çeka dagirkeran bi hêztir bû. Armanca wan ew bû ku li ber êrişan bê girtin û wijdanê cîhanê li hemberî doza gelekî bilive.

Emîn ev li gotinên xwe zêde kir: "Me xwest hovîtiya dewleta Tirk ji cîhanê re aşkera bikin. Em gelekî aştîxwaz in. Me êrişî tu dewleteke din nekiriye. Ew êriş axa me dikin û zarokên me dikujin. Mafên me binpê dikin. Komkujiya Serêkaniyê mînakeke zindî ya sûcên dagirkeran e."

XEBATÊN XWE DIDOMÎNE

Emîne ruxmî ku 5 sal di ser komkujiyê re derbas bûne û tevî birîndar e lê xebatên xwe di nava PYD`ê de didomîne. Emîneyê got: "Kesek nikare vîna me ya ku em ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin, bişikîne. Vîna me, mîrasa berxwedana gelek serdeman e. Me soz da ku tê bikoşin û me ev soz derbasî zarokên xwe jî kir ku heman rêya me temam dikin."

SOZA ŞEHADETÊ

Emîne di dawiyê de got: "Min soz da ku ji bo ku welatê xwe azad bibînim, kar bikim. Min soz da ku di oxira vî welatî de şehîd bibim. Ji ber ku ev welat layîqî fedakariyan e.”

(şx)

ANHA