Di hedefgirtina Amûdê de jinek birîndar bû

Di hedefgirtina bajarê Amûdê ya beriya çend kêliyan pêk hatiye de jinek birîndar bû.

Di hedefgirtina Amûdê de jinek birîndar bû
29 tebax, 2024   17:31
AMÛDÊ

Li gorî agahiyên nûçegihana me parve kirine, beriya çend kêliyan taxa Mesakin a li aliyê rojhilatê bajarê Amûdê hat hedefgirtin, di encamê de jinek birîndar bû.

Li gorî nûçegihana me ku agahiyên xwe dispêre sicilên Nexweşxaneya Gel, jina birîndar bi navê Tirfe Colî (74) ye.

Heta niha jêder û xwezaya hedefgirtinê nehatiye zanîn, di encamê de zirar bi tora kehrebê û dikanên bazirganiyê bûne.

(fr)

ANHA