’Di Gulanê de 30 Efrînî hatin revandin’

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, di meha Gulanê li Efrînê 30 kes ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin.

’Di Gulanê de 30 Efrînî hatin revandin’
30 gulan, 2024   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora meha Gulanê ya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê dagirkirî weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di meha Gulanê de 30 kes li Efrîna dagikirî revandin.

Di raporê de ev agahî hatine parvekirin:

1ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) li navçeyên Cindirêsê û Mabeta yên Efrînê 3 welatî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Navên wan wiha ne: Fewzî Mistefa Hisên, Reşîd Seydo Gulin û Îmad Hebeş.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) welatiyê bi navê Subhî Cemîl Hemo (36) ê  ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Lîwa 112) welatiyê bi navê Îmad Hebeş (42) ê ji gundewarê Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) welatiyên bi navên Ehmed Ebdo (42) û Mihemed Salih Hesen (35) ên ji gundê Eyn Hecer ê Badîna yên navçeya Mabeta ya Efrînê revandin û birin cihekê ne diyar .

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Hesen Menan (41) û Mihemed Salih (30) ên ji navçeya Raco revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Mihemed Adil Mihemed (37) ê ji bajarokê Meydankê yê gundewarê Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Xelîl Enwer Hesen (36) ê ji gundê Dîkmedaşê yê navçeya Şera ya gundewarê Efrînê li ser benda kontrolê ya ketina gundê Sico yê Ezazê revand û ber bi cihekî nediyar ve birin. 2019ˊan jî milîsên Cebhet El Şamiyê Xelîl revandibûn û piştî pere ji malbata wî standin wî berdabûn.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Sultan Murad) ciwanê bi navê Mihemed Bekir Nûrî (35) ê ji gundê Alkana yê navçeya Şiyê ku li taxa Zêdiyê ya Efrînê rûniştiye û dema vedigeriya mala xwe ya li Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve birin.

2ˊyê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Sultan Murad) welatiyê bi navê Ehmed Neisan (27) li Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Îsmaîl Bîlal Şaşo yê ji navçeya Raco ya Efrînê Ezet revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

6ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Mihemed Mihemed Berekat (46)  ê ji gundê Kokanê yê Mabeta revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Feyleq El Şam) Rêzan Bozan Hesen (20) ê ji gundê Kosa yê navçeya Raco  revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

8ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Ehmed Etar (39) ê ji bajarokê Bilbilê yê Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) li gundewarê Efrînê Mihemed Mihêmîd Mistafa (38) revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

13ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Omer Hesen Şêxo (42) ê ji gundê Qitmê yê navçeya Şera ya Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

15ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî li gundê Til Silorê yê navçeya Cindirêsê, Reşîd Mihemed Eyşo (60), Ebdo Şêxo (46) û Nezmî Hemo (42) revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

18ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî welatiyê bi navê Rêber Reşîd Elî (37) dema di benda ewlehiyê ya li ketina Cindirêsê re derbas dibû, revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

20ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Faiq Îsmaîl û Îsmaîl Silêman Bîlal ên ji gundê Kurê (Meydana) ê navçeya Raco revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

23ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) yên li benda kontrolê ya li gundê Kefercenê yê navçeya Şera Mahir Casim El Hesen (17) Omer Mubarek El Hesen (15) revandin, da ku li hember serbestberdana pereyan bistînin.

24ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Sultan Murad) ji gundê Gobekê yê navçeya Mabeta Mihyedîn Mihemed (41) revand û erebeya wî desteser kirin.

26ˊê Gulana 2024ˊan:

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) li taxa Eşrefiyê ya li naverasta bajarê Efrînê Hisên Osman (38) û Mihemed Elî Bekir (43) ên ji gundê Yalanqozê yê Cindirêsê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên Artêşa Nîştimanî (Polîsên Leşkerî) Zeîm Hisên Horo (64) li mala wî ya li taxa Eşrefiyê ya li bajarê Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

(fr)

ANHA