Di êrişên dijî Xezayê de 10 kes hatin kuştin

Ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî mal û burcên niştecihan ên li bajarê Xezayê kuştî û birîndar çêbûn û bi hezaran sivîl koçber bûn.

Di êrişên dijî Xezayê de 10 kes hatin kuştin
15 îlon, 2025   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Filistînî îro (15ˊê Îlona 2025ˋan) ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li ser du malên li Kolana El Celaa ya li bajarê Xezayê de, 10 kes hatin kuştin û hinek jî jî birîndar bûn.

Televîzyona Filistînê ragihand ku, di bombebarana konekî koçberan di hundirê avahiya Xaça Sor de li taxa El Rîmal de 6 kes, di nav wan de zarok jî hebûn hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Rayedarên Filistînî diyar kir ku hêzên Îsraîlê di du rojên borî de herî kêm 30 avahiyên sivîlan wêran kirine û bi hezaran malbat neçar mane ku koçber bibin.

(k)