Daxwaza koçberan dawîkirina kiryaran e 

Koçberên Serêkaniyê desteserkirina mal û milkên wan ji aliyê dagirkeran ve şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, dagirkeriyê bi dawî bikin û vegera ewle ji wan re dabîn bikin.

Daxwaza koçberan dawîkirina kiryaran e 
13 îlon, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Koçberên Serêkaniyê yên ku li kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê dimînin desteserkirina mal û milkên xwe ên ku dewleta Tirk a dagirker kirine şermezar kirin. 

Kezê Hiso diyar kir Mafê koçberane vegereke ewle ye. Ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê mal û milkên koçberên Serêkaniyê bê heq desteser dikin û difroşin hev. Bi rêya van sûcan, dixwazin desteserkirinê xwe rewa bikin.

Meyse Ehmed diyar kir ku daxwaze koçberên tenê vegera bi ewle ye û wiha got: "Em naxwazin mal û milkên me bifroşînin û ev mal û milk ya bav û kalên me ne. Ev 6 sal in em koçber in mafê me ye ku em vegerin cih û warê xwe û li ser mal û erdê xwe bijîn.

Zelox Mihemed kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: "Me tevahî tiştên xwe li şûna xwe hiştin. Tenê mal û milkên me mane, em naxwazin mal û milkên me bifroşin. Em tenê dixwazin bi ewle veger in."

Seher Îbrahim diyar kir ku malê wê jî ji hêla çeteyan ve hatiye firotin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û bilez destwerdanê bikin.

Fatmê Xelîl jî dagirkeriya li ser mal û milkên Serêkaniyê şermezar kir û diyar kir ku mal û erdên xelekê tên firotin û heqê wê dixwin û ji wan hesab jî nayê pirsîn ka mafê mirovan û rêxistinên navnetewî.

ANHA