Birîndarekî êrişê: Dema em li ser kar bûn êrişî me kirin

Birîndarekî êrişa dewleta Tirk a dagirker got dema li ser karê xwe bûne êriş li ser wan hatiye kirin.

Birîndarekî êrişê: Dema em li ser kar bûn êrişî me kirin
25 kanûn, 2023   14:51
QAMIŞLO

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker saet di 10.45’an de li Qamişloyê navendeke pîşesaziyê ya li taxa Elaya, navendeke binesaziyê li taxa Enteriyê 4 caran, Çapxaneya Sîmav a çapkirina materyalên dibistanan, Kargeha Êm a Cizîrê, Stasyona Trênê ya nêzî Navenda Têkiliyên Giştî ya li Elaya 3 caran, Navenda Şemal a Dirûnkariyê ya li taxa Meyselûn 3 caran li dû hev bombebaran kirin.

Di êrişan de jineke ciwan a bi navê Bêrîvan Zubêr a xebatkara Çapxaneya Sîmav şehîd bû.

Li gorî agahiyên destpêkê heta niha 8 welatî bi giranî birîndar bûne.

Ji birîndaran Mihemed Salih El Sayîr (18) e ku li Çapxaneya Sîmav dixebitî. Mihemed Salih El Sayîr li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê tedawî dibe.

El Sayîr ji ANHA’yê re got: "Dema em li ser karê xwe bûn, êriş li ser me hat kirin, ji ser hişê xwe çûm. Dema hişyar bûm min xwe li nexweşxaneyê dît û laşê min hemû xwîn bû."

(bb)

ANHA