93 şehîd hatin bibîranîn
Şêniyên Dêrikê, herêmên Berav û Koçeratê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna 93 şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê merasîmek li dar xist.
Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle bi amadebûna bi dehan şêniyan û malbatên şehîdan pêk hat.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û got: "Em em bixwazin li ser xeta şehîdan bimeşin, divê em têkoşîn û berxwedana li gorî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin. Van şehîdan ne tenê ji bo doza Kurd, lê ji bo tevahî mirovahiyê û ji azadiya tevahî gelan canê xwe da."
Piştre sînevîzyonek hat nîşandan. Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
(bb)
ANHA