Di êrişa li dijî benderek Îranê de 5 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî bendereke Îranê de 5 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn. Li Tehranê jî gelek cih hatin hedefkirin.

Di êrişa li dijî benderek Îranê de 5 kes hatin kuştin
29 adar, 2026   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeya ya IRNA ya Îranê îro ragihand ku hêzên Amerîka û Îsraîlê li bajarê Bender Xemîr ê başûrê Îranê benderek nêzî Tengava Hurmuzê kir armanc.

Li gorî heman ajansê, di êrişê de 5 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ragihand ku îro sibeha li bakurê Tehranê dengê teqînan hat bihîstin û rojhilat jî duman bilind bû.

AFP'ê destnîşan kir ku piştî du teqînên mezin ku nêzî saet 07.00'an pêk hatin, pergalên parastina hewayî li bakurê rojhilatê Tehranê hatin aktîfkirin.

ÎSRAÎL: PÊLA ÊRIŞÊN BERFIREH QEDIYA

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ku li ser X'ê weşandiye ragihand ku wê pêla êrişên berfireh a hewayî ya li dijî baregehên rejîma Îranê yên li Tehranê bi dawî kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di êrişê de binesaziya hilbirandina çekan, mûşekên balîstîk, her wiha pergalên parastina hewayî û xalên çavdêriyê yên rejîmê hatin hedefkirin.

Artêşê daxuyand ku rejîma Îranê di çend rojên dawîn de anku piştî ku piraniya baregehên wê hatin hilweşandin, baregehên xwe veguherandin erebeyên gerok. Her wiha îşaret pê kir ku gelek baregehên demkî û baregehên rayedarên rejîma Îranê lê dimînin, hatin rûxandin.

(bb)