Baregeheke Heşdî Şeebî hat bombebarankirin: Kuştî hene

Li navçeya Xurmatoyê baregehek Heşdî Şeebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene.

Baregeheke Heşdî Şeebî hat bombebarankirin: Kuştî hene
29 adar, 2026   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Rojnewsê, vê sibehê li navçeya Xurmato ya ser bi parêzgeha Selahedîn ve baregeha lîwaya 52'an a Heşdî Şeebî hat bombebarankirin. Hat gotin ku kuştî û birîndar hene, lê hejmar nehat diyarkirin.

 Li gor agahiyên ji nêzî cihê êrişê hatine girtin, piştî êrişê dukelek zêde ji nava baregeha Heşdî Şeebî bilind bûye.

Hate zanîn ku dinava 48 satên borî de gelek caran baregehên Heşdî Şeebî li Enbar, Babil û Kerkûkê hatine bombebarankirin. Di encamê de 17 çekdar hatine kuştin û birîndar bûn.