Rêya M4 careke din ket xizmetê

Rêya M4 ku ji ber lehiyê zerar dîtibû û ji xizmetê derketibû, piştî ku Şaredariya Gel a bajarê Til Temir sererast kir, careke din ket xizmetê.

Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
Rêya M4 careke din ket xizmetê
29 adar, 2026   13:40
HESEKÊ

Rêya navneteweyî ya M4 ji ber barîna baranê û bilindbûna ava çemê Xabûr gelek ziyan çêbibûn û ji xizmetê derketibû.

Şaredariya Gel a bajarê Til Temir piştî ku baran sivik bû, dest bi sererastkirina rêyê kir. Piştî ku rê hat sererastkirin, şêniyên herêma Cizîrê êdî dikarin careke din di rê de biçin û werin.

Aliyên têkildar diyar kirin ku dibe dîsa baran were û dê her tim rewşa rêya M4 bişopînin. Rêya M 4 ji ber baranê di heftiya berê de 4 caran ji xizmetê derket.

Riya M4 rêyeke stratejîk di navbera Herêma Cizîrê û Helebê de ye.

ANHA