Di êrişa li bajarê Tedmurê de 4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê avahiyek û bajarê pîşesaziyê yên li bajarê Tedmurê bombebaran kir, di encamê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 welatî birîndar bûn.

Di êrişa li bajarê Tedmurê de 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
20 mijdar, 2024   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke hikumeta Şamê daxuyand ku artêşa Îsraîlê bajarê Tedmurê bombebaran kir. 

Girêdayî heman mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di bombebarana Îsraîlê li bajarê Tedmurê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 sivîl birîndar bûn.

(fr)