Li rojhilatê Dêrazorê 4 diz hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê rojhilata Dêrazorê 4 kesên dizên motorsîklêt û sewalan dikirin, girtin.

Li rojhilatê Dêrazorê 4 diz hatin girtin
20 mijdar, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de ragehand ku, hêzên wan piştî hewldan û çavdêriyeke bi hûrgilî, 4 kesên ku destê wan di dizîna motorsîkl û sewalan de hebû, li rojhilatê Dêrazorê, girtin. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku eger rastî kiryarên wiha bên, dagihyên lezgîn bidin hêzên ewlakariyê.

(k)