Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de 50 kes hatin kuştin

Li gor medyayên Filistînê, li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê ya li başûrê Fîlîstînê, di êrişa hêzên Îsraîlê de herî kêm 50 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de 50 kes hatin kuştin
17 hezîran, 2025   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Al Aqsa ya Filistînê îro ragihand ku li nêzî navendeke belavkirina alîkariyê ya li devera Xan Yûnis a başûrê Fîlîstînê, di êrişa hêzên Îsraîlê de zêdetirî 50 kes hatin kuştin.

Heman televîzyonê diyar kir ku li taxa Şêx Nasir a rojhilatê Xan Yûnisê di êrişa Îsraîlê 200 kesên li benda wergirtina alîkariyan bûn birîndar bûn.

Li gorî daneyê Îsraîlê di encama êrişên Hemasê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an û şûnde, piranî sivîl hezar û 200 kes hatine kuştin û 251 kes dîl hatine girtin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî  di êrişên Îsraîlê nêzî 55 hezar Filistînî hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in, her wiha aloziyeke xurekê çêbûye.

(bb)