Di êrişa Îsraîlê ya li ser Şamê de 2 leşker hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li derdora Şamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Şamê de 2 leşker hatin kuştin
17 kanûn, 2023   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA′yê ya hikumeta Şamê, pergala parastina hewayî bersivê êrişa bi moşekan a li dijî Şamê daye. 

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku Îsraîlê bi moşekan êrişî nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li navendên parastina hewayî û nuqteyn leşkerî yên din ên li nêzî Seyide Zeyneb û Mesakin Dîmas ên gundewarê Şamê kir.

SOHR′ê anî ziman ku di encama êrişê d 2 leşker hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

(fr)