Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 6 kes mirin

Hate zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li bajarê Belebek ê Lubnanê de ji malbatekê 6 kes mirin û 8 jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 6 kes mirin
21 cotmeh, 2024   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa National News a Lubnanê (NNA), di êrişa Îsraîlê ya li ser taxa Nebî Inam a bajarê Belebek ê herêma Bîqa yê rojhilatê Lubnanê de, ji malbatekê 6 kes mirin  û 8 jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku di nava qurbaniyan de jin û zarok hene.

Heman ajansê diyar kir ku artêşa Îsraîlê çiyayê Ebû Raşid û geliya Serîra yên herêma Cezîn ên başûrê Lubnanê jî bombebaran kirin.

Hizbullahê vê sibehê ragihand ku wê li çiyayê Kihêl ê li bajarokê Marûn Ras, Xele Werde, baregeha Beyt Helel, Malikiyê, taxa Şerqiye ya bajarokê Merkebe kombûnên artêşa Îsraîlê bi moşekan kirine hedef.

(bb)