Hejmara kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 19941

Li gorî maseya krîzê, hejmara kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 19 hezar û 941.

Hejmara kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 19941
21 cotmeh, 2024   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Koçberiya ji Lubnanê ya ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve dewam dike.

Maseya krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku beşek din a mexdûrên şerê li Lubnanê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.

Li gorî daneyên dawîn ên maseyê, hejmara kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 19 hezar û 941. Maseyê destnîşan kir ku ji vê hejmarê 82 Lubnanî û 25 cenaze  jî hene.

Kesên ji Lubnanê tên, an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.

(bb)

ANHA