Di êrişa DYA’yê ya li Yemenê de 12 kes hatin kuştin

Di êrişên duh ên DYA’yê yên li dijî Yemenê de, 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa DYA’yê ya li Yemenê de 12 kes hatin kuştin
21 nîsan, 2025   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya girêdayî koma Hûsiyan, di êrişa hewayî ya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Yemenê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.

Li gorî kanala El Mesîre ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan, di encama êrişan de gelek kes birîndar bûne.

Kanalê gelek dîmenên avahî û dikanên bazirganiyê yên wêranbûyî û erebeyên şewitî weşandin.

Medyaya Hûsiyan diyar kir ku balafirên DYA’yê gelek herêmên cuda yên bajarê Senayê bombebaran kirine.

Heta niha hikumeta DYA’yê der barê van êrişan de tu daxuyaniyeke fermî nedaye.

(fr)