Xelkê Qamişloyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dê meşekê li dar bixe
Şêniyên bajarê Qamişloyê bi dirûşma "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye" sibê meşekê li dar dixin.

Desthilata Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Tevî banga wî ya ji bo aştiyê ku di 27’ê Sibatê de bi rêya şandeya Îmraliyê hatibû ragihandinên, lê dewleta Tirk tecrîdê didomîne.
Şêniyên bajarê Qamişloyê dê sibê (Sêşem 22 Nîsan) bi dirûşma "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye" meşekê li dar bixin. Meş dê saet 11.00’an ji Çerxerêya Osman Sebîr dest pê bike.
Komîteya amadekar a meşê civîn li dar xistibûn û serdana meclis û komînan kiribû.
Meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li bajarên din ên kantona Cizîrê jî werin lidarxistin.
(bb)
ANHA