‘Berxwedan rêya bidestxistina azadiyê û avakirina civaka azad e’

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re civînek li Tirbespiyê hate lidarxistin. Di civînê de hate diyarkirin ku berxwedan rêya bidestxistina azadiyê û avakirina civakeke azad e û bang li her kesî hate kirin ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin.

‘Berxwedan rêya bidestxistina azadiyê û avakirina civaka azad e’
17 îlon, 2024   14:56
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şîrovekirina armancên komployê û pêşxistina hişmendiya li hember van armancan, dest bi lidarxistina civînan kir.

Rêxistina PYD`ê ya bajarê Tirbespiyê di vê çarçoveyê de civînek li navenda xwe ya li bajêr li dar xist. Bi dehan şênî, endamên partiyên li Tirbespiyê û saziyên Rêveberiya Xweser hazir bûn.

Hevserokê rêxistina PYD`ê ya bajarê Tirbespiyê Ebdurehmîn Hiso destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelên herêmê kirin hedef û diyar kir ku hîna berdewam e.

Hiso destnîşan kir ku desthilata Tirk hem li dijî Rêber Abdullah Ocalan pergala îşkence û qirkirinê hem li dijî gelên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin, ferz dike.

Hiso diyar kir ku feslefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê û xilasiya ji zilmê û zordestiyê ronî kir û di heman demê de anî ziman ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatiye bidestxistin.

Hiso îşaret pê kir ku tenê bi rêya têkoşînê û berxwedanê, rê li pêşiya siyasetên dewleta Tirk a dagirker û dewletên komploger tê girtin û got ev rê, rêya avakirina jiyana birûmet û azad e.

(şx)

ANHA