Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di rojên dawîn de li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, êrişên çeteyên DAIŞ’ê jî zêde bûne û da zanîn ku duh di êrişa çeteyan de endamekî Hêzên Parêzvanên Cizîrê şehîd bûye.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bû
31 kanûn, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyeê de hate diyarkirin ku hemwextî êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên li dijî hêzên ewlekariyê jî zêde bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de ev agahî dan: “Piştî nîvê şevê (30 Kanûn) şaneyên terorîst ên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê rêbendek li gundê Zinûd ê Qamişloyê kir armanc. Dema ku hêzên me erka xwe ya pêkanîna ewlehiyê bi cih dianî, wan şaneyan bombeyên destan avêtin rêbendê. Di encamê de ziyanên madî çêbûn û tu birîndarî yan şehadet di nava hêzên me de çênebûn. Di cih de, ji bo şopandina sûcdaran, hêzên me dest bi operasyoneke lêgerînê ya berfireh kir.”

Her wiha hate destnîşankirin ku endamekî şaneyên DAIŞ’ê rêbenda Iskenderon a li ser rêya di navbera bajarê Hol û Til Hemîsê de kiriye armanc. Di encamê de endamekî Hêzên Parêzvanên Cizîrê, şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku ev êriş hemwextî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê pêk tên û hate gotin: “Ev yek piştrast dike ku koordîneyeke di asteke bilind de di navbersa şaneyên DIAŞ’a terorîst û komên çete de heye, da ku aramiya herêmê têk bibin û berxwedana gelê me lawaz bikin.”

Di dawiya daxuyaniy de hate diyarkirin ku dê operasyonên paqijkirin û lêgerînê dewam bikin û hate gotin: “Em ji gelê xwe re piştrast dikin ku her çi qasî zehmetî zêde bibin jî em ê tim parastina ewlehî û aramiya we bikin.”