Di encama bûyerên ewlehî de li Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin

Di 24 saetên borî de li parêzgehên Sûriyeyê rêzebûyerên ewlehî çêbûn, di encamê de 7 kes hatin kuştin, hinek ji wan birîndar û winda bûn.

Di encama bûyerên ewlehî de li Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin
19 tîrmeh, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî belgeyên ku gihîştine ajansa me, di encama çend bûyerên ku li erdîngariya Sûriyeyê qewimîn de 7 kesên ku di nav wan de jinek û zarokên wê hene hatin kuştin. Hejmarek birîndar bûn û kesek jî winda bûye. Li kêlek vê yekê êrişên li dijî kesan û milkê wan jî derketin holê. 

Li Parêzgeha Hemayê welatiyê ji gundê Dêr Şimêl ê gundewarê Misyaf ê, Elî Silêman Îbrahîm ku bi navê Elî El Xeyat tê naskirin, duh (18 Tîrmeh) di saetên berbanga sibehê de berê xwe dide xebata xwe ya li Zanîngeha Hemayê li bajarê Hemayê, piştî derketina wî ya ji malê peywendiya wî bi malbata wî re tê qutkirin.

Li gorî agahiya ku malbat daye, Elî El Xeyat negihîştiye cihê xebatê xwe û heta niha telefona wî girtiye. Malbatê daxwazê ji her kesî dikin ku heke cihî wî nas bikin li wan bigerin.

Li Parêzgeha Humsê jî di dema ku jina bi navê Amina Mihemed Qiyîr (39), Lujeyn Xinsa (16) û Îsa Xinsa (9) li ser belkona mala xwe rûniştîbûn, ji hêla çekdarên li ser motorîskiltê hatin gulebarankirin, di encamê gulebaranê de ew û zarokên xwe hatin kuştin.

Piştî pêkanîna vê êrişê êrîşkar reviyan û heta niha ti agahiyên derbarê bûyerê de bi awayeke fermî nehatine aşkerekirin.

Li gundewarê başûrê Idlibê di encama gulebarana çekdarên nenas li ser rêya di navbera Xan Şêxûn Tibêş de, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kuştin.

Li gundewarê Şamê jî piştî çend rojan ji girtinê ciwanek ji bajarê El Tel di hundirê zindana girêdayî hikumeta demkî ya bajarê Ceremana hat kuştin, derbarê hûrgiliyên bûyerê de ti agahî nehatine parvekirin.

Li gundewarê bakurê Helebê jî yek ji endamên Dezgeha Parastina Sivîlan a Sûriyê di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên şer di navbera bajarokên Retyan û Biyanon de jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê El Mensûra yê gundewarê Reqayê di hundirê bîreke nayê bikaranîn de cenazeyê ciwanekî hate dîtin, derdora 3 hefteyan agahî ji wî nedihate girtin.

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, kesên nenas bombeyek avêtin nivîsgeheke firotina seyareyan li bajarê Zîbanê, di encamê de tenê zirarê madî çêbûn.

Li gundewarên rojhilatê Derayê di encama pevçûnekê li bajarê El Hirak de, bi gulebaranê ciwanek birîndar bû. Kesê ku gule berda jî reviya.

(sb)

ANHA