Di du mehan de zêdetirî 950 zarok li Xezayê hatin qetilkirin
Li Şerîda Xezayê di nava du mehan de zêdetirî 950 zarok hatin qetilkirin û bi vê yekê ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hejmara kuştiyan derket 53 hezar û 939’an.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Şerîda Xezayê ragihand ku bîlançoya qurbaniyên êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve 53 hezar û 939 kuştî û 122 hezar û 797 birîndarî.
Her wiha di daxuyaniya wezaretê de hat aşkerakirin ku ji 18’ê Adarê ve 3 hezar û 785 kes hatine qetilkirin û 10 hezar û 756 birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 38 kesên hatine qetilkirin û 204 kesên birîndar bûne li nexweşxaneyên Xezayê hatine tomarkirin.
Wezaretê destnîşan kir ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan û li ser rêyan in ku tîmên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan.
Li aliyekî din jî, Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) îro, daxuyand ku di heyama du mehan de li Xezayê zêdetirî 950 zarok hatine qetilkirin û li ser rûpela wê hat belavkirin ku, "Êdî zarokên Xezayê tiştên ku êşên nayên tehemûlkirin, dikişînin."
Li gorî Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) tenê di nava du mehan de zêdetirî 950 zarok li Xezayê hatine kuştin.
UNICEF’ê diyar kir ku "Ew birçî û penaber in û rastî êrişên bêserûber tên" û anî ziman ku divê ev yek rawest e.
UNRWA’yê jî got, "Divê zarok werin parastin."
(ac/fr)
ANHA