Di civîna NYˈyê ya têkildarî Sûriyeyê de tawanbariyên li dijî hev

Di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ya têkildarî Sûriyeyê de, nakokî û tawanên li hemberî hev derketin pêş.

Di civîna NYˈyê ya têkildarî Sûriyeyê de tawanbariyên li dijî hev
4 kanûn, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh der barê Sûriyeyê de civiyabû.

Di civînê de cîgirê balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê li NY’yê Robert Wood fikarên xwe têkildarî encamên êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam anîn ziman û xwest şerê li Sûriyeyê raweste û sivîl werin parastin.

Robert Wood, hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê wek berpirsên kuştina sivîlan a ji ber êrişên li ser dibistan û nexweşxaneyan destnîşan kirin û got: "Rastiya ku Tehrîr El Şam di lîsteya terorê ya DYA’yê de ye, sûc û tawanên ku rejîma Esed û hevalbendê wî yê Rûs dikin, rewa nake.”

Balyozê Rûsyayê yê li NY’yê Vasily Nebenzia jî bi van gotinan bersiva Wood da: "Tu cesaret nîn e ku êrişeke terorîstî ya aşkera ya li ser sivîlên aştiyane li bajarên Sûriyeyê şermezar bike."

Wood jî bersiva Nebenzia da û got: "Ne di rewşeke wisa de ye ku têkildarî vê pirsgirêkê semînerekê bide, ji ber ku Moskov destekê dide rejîmên ku piştgiriyê didin terorê."

Nûnerê Îranê jî anî ziman ku destekkirina ji derve, aloziya Sûriyeyê dirêjtir dike.

Nûnerê daîmî yê Şamê yê li NYˈyê Qusey El Dehak jî got hin hêzên herêmî û navneteweyî piştgiriyê didin komên çekdar ên li welatî wî.

Nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê NYˈyê Geir Pedersen jî got eger şer neyê rawestandin û gav ber bi çareseriya siyasî ve neyên avêtin, dê Sûriye di nava metirsiyeke mezin de be.

(bb)