6 gundên Minbicê tên topbarankirin

6 gundên kantona Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

6 gundên Minbicê tên topbarankirin
4 kanûn, 2024   11:13
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Minbicê topbaran dikin.

Dagirkeran vê carê gundên Ewn El Dadat, El Buweyhj, El Hisan, Til Torîn, El Seyada û El Dendaniye bi obîsan topbaran kirin.

Dagirkeran di saetên serê sibehê de jî gundên Um Celûd û El Hûşeriye û navbera gundê Ebû Kehf û Tayiha ên li rojavayê kantona Minbicê bi hewanan topbaran kirin.

 (bb)

ANHA