Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin

MSD'ê di civînê de destnîşan kir ku pêwistiya Sûriyeyê bi hevgirtin û yekitiyê û rûniştandina demokrasî, pirrengî û nenavendiyê heye. MSD'ê girîngî bi yekrêziyê li hemberî fîtne û destwerdanên derve, da.

Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Di civîna MSD'ê ya li Çilaxa de pêşeroja sîstema siyasî ya Sûriyeyê hat nîqaşkirin
26 mijdar, 2025   17:32
QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya meclisên bajaran, dest bi rêze civînan li bajarên kantona Cizîrê kiriye.

Li Çilaxa civîn bi dirûşma "Biratiya gelan û bandora wê di hilbijartina teşeya guncaw a desthilata siyasî ya Sûriyeyê de" li hola Roj li dar ket. Di civînê de rûspî, serokeşîrên Ereb, kesayetên civakî, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û xizmetguzarî û pêkhateyên navçeya Çilaxa beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ş Husên Ezam got ku armanc ji civînê xurtkirina diyalogê di nav gelê yek welatî de û avakirina nêrîneke hevbeş ji bo teşeya rêveberiya siyasî ya Sûriyeyê pêşerojê ye.

Hevserokê MSD'ê Mehmûd El Meslet jî diyar kir ku Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û girîngî bi xwedîderketina li berpirsiyariya avakirina Sûriyeyê, da.

El Meslet wiha domand: "Hewldan hene ku Sûriyeya navendî li gorî rejîma berê dîsa were avakirin, lê belê gelê Sûriyeyê ev 14 sal e ne ji bo dubarekirina desthilata taîfî serî hildaye. MSD paşguhkirina tu pêkhateyan qebûl nake. Armanca me zelal e; Sûriyeya demokratîk ku li ser diyalog û aştiyê û nûnertiya hemû pêkhateyan rabe."

El Meslet diyar kir ku peymana 10'ê Adarê pêvajoyeke niştimanî ye û divê ji bo serxistina wê piştgirî were dayîn.

El Meslet diyar kir ku eşîr û kesayetên civakî di pêşxistina zanabûna civakî û têkbirina hewldanên fîtneyê de xwedî rol in û got: "MSD ji bo diyaloga bi Tirkiye û aliyên din re vekirî ye, bi merca ku rola wan a erênî di yekbûna Sûriyeyê û gekê wê de hebe."

Piştre beşdaran di nîqaşan de teqezî bi redkirina nimûmeyên zordar ên desthilatdariyê û paşguhkirina pêkhateyan, da.

Beşdaran bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku bi cidiyet nêzîkî peymana 10'ê Adarê be û ji bo avakirina Sûriyeya nenavendî û demokratîk bixebite.

(mh)