Tundiya siyasî û civaklî li dijî jinan mijara penelekê bû

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê di panelekê de bal kişand ser ser girîngiya perwerde, hişyarî û bihêzkirina jinan. Beşdarên panelkê diyar  kirin ku parastina jinan şertek bingehîn e ji bo yekîtîyeke civakî ya rastîn.

26 mijdar, 2025   17:24
REQA

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê îro, bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî  Tundiya li ser Jinan, penelek bi sernavê "Tundiya Siyasî û Civakî û Bandorên Wê li ser Jinên Sûriyeyê" li dar xist.

Forûm li hola Navenda Çandî ya li başûrê bajarê Reqayê, bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk û hejmarek saziyên sivîl û leşkerî, ji bilî endamên Encumena Civîna Jinan a Zenobia, hate lidarxistin.

Panel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre çalakvana jin Sefaa Sultan pêşwaziya beşdaran kir û bal kişand ser asta tundiya siyasî û civakî ya li ser jinan, bi taybet di nava şer û pevçûnên li Sûriyeyê de.

Di beşa yekem de, hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Kewser Doko, li ser tunidya siyasî ya li dijî jinan axivî û destnîşan kir ku raporên dawî yên NY piştrast kirine ku tundiya li ser bingeha zayendî li Sûriyeyê, veguheriye amûrek sîstematîk ku ji hêla gelek aliyan ve ji bo bidestxistina armancên siyasî, leşkerî û îdeolojîk tê bikar anîn.

Di beşda duyem de, berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Fatma El Elî li ser tundiya civakî û bandorên wê li ser jinên Sûriyeyê axivî.

Fatma El Elî diyar kir ku ev diyarde birîneke kûr e ku rûmeta nîvê civakê tehdît dike û bingehên edalet û wekheviyê têk dibe.

Beşdarên panelê jî diyar kirin ku tundiya li dijî jinan ne pirsgirêkek takekesî ye, lê belê çandeke civakî ye ku hewceyê reformên bingehîn e. Her wha destnîşan kirin ku pêşveçûn û edalet bêyî şikandina evneşopiya tundiyê nayê bidestxistin.

Her wiha beşdaran diyar kir ku perwerde, hişyarî û nirxandina kevneşopiyên xelet deriyê rastîn ê avakirina civakek ewle û hevgirtî ye, û bêyî parastin û hêzdarkirina jinan mirov nikare behsa aştiyê bike.

(k)