Di çemê Firatê de cenazeyek hat dîtin

Masîvanên ji gundewarên li rojavayê Kobanê cenazeyê kesekî di çemê Firatê de dît.

Di çemê Firatê de cenazeyek hat dîtin
21 mijdar, 2023   14:17
KOBANÊ

Li hemberî gundê Til El Ebir ku li rojavayê Kobanê ye, masîvanan di çemê Firatê de cenazeyê zilamekî dît. Niştecihên gund yekser agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Li gorî agahiyan, ew kes ev çend meh e jiyana xwe ji dest daye û tenê hestiyên wî mane.

Têkildarî nasnameya kesê ku cenazeyê wî hatiye dîtin û detayên bûyerê agahî nehatin bidestxistin.

 Tê zanîn ku qiraxa rojavayê şemê Firatê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.

(c)

ANHA