Li Reqayê şahiya Roja Zarokan

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li Reqayê şahiyek hate lidarxistin. Beşdarên şahiyê got “siberoj di destê zarokan de ye, dema wan baş mezin bikin dê civakeke durist ava bibe”.

Li Reqayê şahiya Roja Zarokan
Li Reqayê şahiya Roja Zarokan
Li Reqayê şahiya Roja Zarokan
Li Reqayê şahiya Roja Zarokan
Li Reqayê şahiya Roja Zarokan
Li Reqayê şahiya Roja Zarokan
Li Reqayê şahiya Roja Zarokan
Li Reqayê şahiya Roja Zarokan
21 mijdar, 2023   13:39
REQA

Nivîsgeha Zarokan a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Baxçeyê Zarokan ê Fereh şahiyek li Navenda Çandê ya bajêr li dar xist.

Di şahiyê de zarokên bajêr, malbatên wan, hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl, endamên nivîsgehê, saziyên sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Endama rêveberiya Nivîsgeha Zarokan a Meclisa Sivîl a Reqayê Wîsam El Derwîş ev roj li zarokan pîroz kir û hêvî kir û got: “Siberoja me di destê zarokên me de ye. Dema em wan baş mezin bikin, em ê civakeke durist bi dest bixin.”

Dûre zarokên Baxçeyê Fereh a Nivîsgeha Zarokan a Meclisa Sivîl a Reqayê şano, stran û helbest pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de wêneyên şehîdên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tundiya li ser zarok û gelê Filistînê hatin pêşandan.

(şx)

ANHA