2 rojnamevanên din di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin

Ajanseke Lubnanê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî sêgoşeya Teyrherfa ya li başûrê Lubnanê de 2 jê rojnamevan, 3 kes hatine kuştin.

2 rojnamevanên din di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
21 mijdar, 2023   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nîştimanî ya Ragihandinê ya Fermî ya Lubnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî sêgoşeya Teyrherfa El Cibîn a başûrê Lubnanê de 3 kes ku 2 ji wan rojnamevan in, hatine kuştin.

Kanala El Meyadîn jî ragihand ku 2 rojnamevanên di êrişê de hatine kuştin, nûçegihana kanala wan Fereh Omer û wênekêş Rebî El Mimarî ne. Kanalê her wiha diyar kir ku balafirên Îsraîlê tîmeke wan li başûrê Lubnanê kiriye hedef.

(c)