Di çema Firatê de zarokek xeniqî, 3 zarok hatin rizgarkirin

Li nêzî gundê Zixêra Cizîrê yê Dêrazorê zarokek di çemê Firatê de xeniqî û 3 zarok jî hatin rizgarkirin.

Di çema Firatê de zarokek xeniqî, 3 zarok hatin rizgarkirin
27 gulan, 2026   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, li rojavayê Dêrazorê li gundê Zixêra Cizîrê zarokek bi navê Weed Elî El Mirîî di ava çemê Firatê de xeniqî û kesek jî winda bû. şêniyan 2 zarokên din jî ji xeniqînî rizgar kirin.

Çavkaniyan da zanîn ku dema welatiyan pezên xwe li keviyên çemê Firatê diçêrandin, avê Firatê 5 kes dan ber xwe. Şêniyan 3 rizgar kirin, cenazeyê zarokekî derxistin, lêgerîna kesê winda jî dewam dike.

Di 2 bûyerên cuda yên xeniqîna li ava çemê Firatê li aliyê rojhilatê Dêrazorê de 4 zarok xeniqîn. Şêniyan cenazeyên 2 zarokan derxistin û lêgerîna li 2 zarokên din didome.

Li herêmên gundewarê Dêrazorê li ser keviyên çemê Firatê, bûyerên xeniqînê bi taybet di havînê de dubare dibin.

(fr)

ANHA