Di çalakiyên li Swîsreyê de berxwedana gel a Helebê hate silavkirin

Li gelek bajarên Swîsreyê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeîd ên Helebê hatin Şermezarkirin û  di çalakiyên de hêzên xweparastinê hat silavkirin.

Di çalakiyên li Swîsreyê de berxwedana gel a Helebê hate silavkirin
9 ÇILE, 2026   01:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrîşên sê rojî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û taxa Suyaniyan Benî Zeîd ên bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji hêla Kurdistanî û dostên wan ve li bajarên Ticino, Cenevre, Lozan, Luzern, Biel, Bern, Zug, Winterthur, Basel û Zurîhê yên Swîsreyê hatin hatin şermezarkirin. 

BELLINZONA

Kurdistanî û dostên wan li ber Îstasyona Trenê ya Bellinzonayê ya kantona Ticino kom bûn û êrîşan li ser Helebê nşermezar kirin. Di çalakiyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd", "Bijî berxwedana Rojava", "Viva YPG, Viva YPJ" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Daxuyanî bi zimanên Îtalî û Kurdî hate dayîn. Rêveberê DEM-KURD’ê yê Ticinoyê Suat Tuncay bi Îtalî û rêveberekî din ê komeleyê Serhat Hadîoglû bi Kurdî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ'ê bê Kurdîkirina herêmê ye.

Daxuyanî bi stranên berxwedana Kurdan bi dawî bû.

LOZAN

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Dêra Saint Laurent a Lozanê kom bûn. Hevserokê Navenda Çanda Demokratîk a Kurd a Lozanê Mûsa Îtah  daxuyaniya çapemeniyê xwend û got:“Demek dirêje taxên Kurdan ên Helebê ji aliyê bermahiyên DAÎŞ'ê û komên terorîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin ve hatine dorpêçêkirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

LUZERN

Li kantona Luzernê, Kurdistaniyên ku li ber îstasyona trênê ya navendî hatin cem hev, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Luzernê Ercan Guneş got: “Li Rojava keda bi hezaran şehîdan heye. Em ê xwedî li vê kedê derkevin. Ger îro mirov li Ewropayê bi rehetî rûdinin, ev bi saya YPG û YPJ’ê ye. Em koletiyê qebûl nakin.”

BERN

Li paytext Bernê, Kurd û dostên wan li Qada Bahnhofê kom bûn. Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay li vir axivî û got: “Dibe ku em hemû nekaribin tevlî wî şerî bibin, lê em dikarin kolanan bi girseyî dagirin.” Atalay bal kişand ku ev êrîş azadiya gelê Kurd hedef digirin û bang kir ku gel bi hestiyarî beşdarî çalakiyan bibe. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

CENEVRE

Li Cenevreyê, Kurdistaniyên li ber postexaneya navendî kom bûn, êrîşên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî û got: “Ev sê roj in komên mîna DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî sivîlan dikin. Çawa ku li Kobanê berxwedanek hat nîşandan, dê îro jî heman têkoşîn berdewam bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin; komên mîna Emsat, Hemzat, Siltan Murad û Nûredîn Zengî êrîşên sîstematîk dikin. Gelek sivîl hatine qetilkirin û nexweşxaneya Şêxmeqsûdê ji xizmetê ketiye. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye ku bi lezgînî mudaxile bike.

Çalakî bi dirûşmên piştgiriya berxwedana Rojava bi dawî bû.